Îran: Tengava Hurmizê vegeriya bin kontrola tund

Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê, ragihand ku Tengava Hurmizê vegeriya bin kontrola tund a Îranê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Supaya Pasdaran, ragihand ku ew ê careke din kontrola Tengava Hurmizê ji ber "binpêkirina peymanê" ya Amerîkayê di berdewamiya dorpêçkirina benderan de tundtir bikin.

Berdevkê baregeha Xatem-El-Enbiya ya Supaya Pasdaran, got:

"Komara Îslamî ya Îranê, berê bi niyeta baş destûr dabû hejmareke sînorkirî ya tankerên petrolê û keştiyên bazirganiyê ku ji Tengava Hurmizê derbas bibin."

Di daxuyaniyê de, hat gotin ku kontrola Tengava Hurmizê hatiye vegerandin û rêya stratejîk niha di bin kontrola hişk a hêzên çekdar ên Îranê de ye.

Berdevkê baregeha Xatem-El-Enbiya, tekez kir ku Tengava Hurmiz dê girtî bimîne yan jî di bin kontroleke tund de be, heta ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê astengiyên li pêşiya tevgera keştiyan ber bi benderên Îranê û berevajî wê bi dawî bîne.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye