Di şerê li dijî Îranê de Amerîkayê jî zirar dîtiye

Amerîkayê, di şerê li dijî Îranê de, zirareke mezin dîtiye. Wezareta Şer a Amerîkayê, eşkere kir ku 13 leşkerên wan hatine kuştin û zêdetirî 350 jî birîndar bûne. Her wiha di şer de, 36 balafirên şer, balafirên sotemeniyê û dron hatine xistin.

reset font size increase font size

Şerê Amerîka-Îsraîlê yê li dijî Îranê 40 rojan dewam kir.

Amerîkayê, di vî şerî de gelek çekên herî pêşketî bi kar anîn.

Di her şerekî de jî, tevahiya aliyên şer zirarê dibînin.

Tevî ku Amerîkayê derbên mezin li Îranê dan, lê wê jî gelek zirar dîtin.

13 leşkerên Amerîkî hatine kuştin û zêdetirî 350 birîndar bûne

Wezareta Şer a Amerîkayê ragihand ku di şer de 13 leşkerên wan li deverên cuda yên Rojhilata Navîn hatine kuştin.

Li rex vê jî, Wezaretê eşkere kir ku zêdetirî 350 leşkerên wan jî birîndar bûne. 

Di şer de 36 balafirên Amerîkayê hatine bêbandorkirin

Ji destpêka şerê ku di 28'ê Sibatê de û heta 4'ê Nîsanê ve, Hêza Hewayî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê berdêlên mezin dane ku bandor li curbecur li balafirên wê kirine.

Li Kuweytê 3 balafirên F-16 ên Amerîkayê ji aliyê pergala parastina ezmanî a Kuweytê ve hatin xistin.

Li Îraq jî balafirek KC-135 hate xistin, gotegot hene dibêjin ev balafir ji aliyê komên çekdar ve hatiye xistin.

Li Erebistana Siûdiyê jî 5 balafirên KC-135 û balafirek E-3 di êrîşeke Îranê de hatin bêbandorkirin.

Li Îranê, 16 balafirên bêmirov MQ-9, 2 balafirên UH-60, 4 balafirên  AH-6, 2 balafirên MC-130, 1 balafirek F-15E û 1 balafira A-10 ji hêla pergala parastina ezmanî ve hatine xistin.

Bi giştî di şer de, 36 balafirên şer, balafirên sotemeniyê û dron hatine xistin û bêbandorkirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye