Mercên aliyên şer çi ne?

Îran û Amerîka bi riya Pakistanê nameyên xwe ji hev re dişînin. Ev agirbesta ku piştî 40 rojî ji şer hat ragihandin, bi navbeynakriya Pakistanê pêk hat. Êdî Îslamabad bûye navenda avakirina aştiya di navbera Tehran û Waşingtonê de. Ji bo vê agirbestê gelo mercên aliyên şer çi ne?

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan pêşniyareke 10 xalî ji Îranê wergirtine.

 

Hûrgiliyên pêşniyara 10 xalî ya ku Îranê ji bo peymanê pêşkêş kiriye jî eşkere bûn.

 

Di encama navbeynkariya Pakistanê de ji dan û standinên di navbera Amerîka û Îranê de encameke erênî derket.

 

Amerîka û Îranê hema bêje li ser hemû xalên nakok ên berê li hev kirine.

 

 

Di pêşniyara 10 xalî de çi heye?

 

 

Medyaya dewletê ya Îranê mercên agirbesta 10 xalî eşkere kirin.

 

Ev merc wiha ne:

 

- Amerîka wekî prensîb garantiya neêrîşkirinê bide.

 

- Derbasbûna ji Tengava Hurmizê bi hevahengiya bi Hêzên Çekdar ên Îranê re û bi awayekî kontrolkirî were kirin.

 

- Meyandina uranyumê were qebûlkirin.

 

- Hemû cezayên li ser Îranê werin rakirin.

 

- Cezayên yekem ên li ser Îranê werin rakirin.

 

- Dawî li biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî were anîn.

 

- Dawî li biryarên Ajansa Enerjiyê ya Atomê ya Navneteweyî were anîn.

 

- Zererên ku gihiştine Îranê li gorî hesabkirinan bi temamî werin qerebûkirin û hemû mal û milkên cemidandî yên Îranê werin berdan.

 

- Hêzên şerker ên Amerîkayê ji hemû baregeh û xalên bicihbûnê yên li herêmê vekişin.

 

- Di hemû eniyan de, tevî Libnanê, dawî li şerê li dijî komên hevpeyman were anîn.

 

Ji aliyê xwe ve jî, Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî ragihandina agirbesteke duhefteyî ya ligel Tehranê, di peywendiyeke telefonî ya bi Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) re da xuyakirin ku ev "serkeftineke temam û giştî ye."

 

 

Trump: 100% ev ji bo me serkeftin e

 

 

Dema ku jê hat pirsîn ka piştî vê peymanê dikare serkeftinê ragihîne yan na, Trump bi daxuyaniyeke piştrast bersiv da û got:

 

“Belê, ev serkeftineke temam û giştî ye. Ji sedî 100 e. Di vê de ti gumaneke biçûk jî nîne.”

 

Derbarê wan xalên ku hîn nehatine zelalkirin, bi taybetî jî derbarê mijara Tengava Hurmizê de, Trump amaje pê kir ku peymaneke 15 xalî di destê wan de ye û wan li ser piraniya xalan li hev kiriye.

 

Serokê Amerîkayê got: “Bila em bibînin ka dê çi biqewime û gelo ew dê pêk werin an na.”

 

Dema ku jê hat pirsîn eger peymana dawî neyê îmzekirin, gelo ew dê vegere ser gefên xwe yên berê yên wêrankirina binesaziya Îranê, Trump tenê got:

 

“Ev tiştekî wiha ye ku divê hûn li bendê bin heta ku hûn pê bihesin.”

 

Serokê Amerîkayê, piştrast kir ku Çîn di razîkirina Îranê ya ji bo rûniştina li ser maseya dan û standinan û beşdariya di vê peymanê de xwedî rol bûye.

 

Yek ji xalên herî girîng ên gotûbêjê, mijara uranyuma dewlemendkirî ya Îranê bû.

 

Di vê mijarê de Trump piştrast kir ku bi wî karî re "bi awayê herî baş nêzîkbûn tê kirin" û got:

 

“Eger ew mijar nehatiba çareserkirin, ez ti carî bi vê peymanê razî nedibûm.”

 

Di roja înê de nûnerên Amerîka û Îranê li Pakistanê bi hev re dicivin.

 

Şande dê li ser hûrgiliyên peymana dawî ya ji bo bidawîkirina şer bisekinin.

 

 

Netanyahu: Nabe ev agirbest Libnanê bigre nava xwe

 

 

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştgirî da biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a rawestandina êrîşên li ser Îranê û şertên xwe eşkere kirin.

 

Benjamin Netanyahu di daxuyaniyeke ku ji aliyê ofîsa wî ve hat belavkirin de got:

 

“Îsraîl piştgiriyê dide hewlên Amerîkayê da ku Îran nebe xwedî çeka nukleer.”

 

Netanyahu diyar kir ku divê Îran ne bi rêya mûşekan û ne jî bi rêya "terorê" li ser Amerîka, Îsraîl, welatên Kendavê û cîhanê nebe gef.

 

Netanyahu red kir ku ev agirbesta demkî Libnanê bigre nava xwe.

 

 

Tehran daxwaz dike Libnan jî di nav agirbestê de be

 

 

Lê Tehran dibêje ku divê her peymana agirbestê Libnanê jî bihewîne.

 

Îro Hat ragihandin ku tevî agirbesta Amerîka û Îranê, di êrîşên asmanî yên Îsraîlê de li ser başûrê Libnanê 8 kes hatin kuştin û birîndar jî hene.

 

Li aliyê din, Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Îranê ragihand ku nûnerên wan dê li Îslamabadê bi nûnerên Amerîkayê re ji bo temamkirina peymanê bicivin.

 

 

Ebas Îraqçî: Tengava Hurmizê 2 hefteyan vekirî dimîne

 

 

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Îraqçî li ser biryara agirbestê got:

 

"Heger êrîşên li ser Îranê rawestin, hêzên me yên çekdar dê operasyonên xwe yên parastinê bidin sekinandin."

 

Wî her wiha da zanîn ku bi hevahengiya bi hêzên çekdar ên Îranê re, çûyîn û hatina ewle di Tengava Hurmizê re du hefteyan gengaz e.

 

Berevajî gotinên Netanyahu, Serokwezîrê Pakistanê diyar kir ku peymana agirbestê "li her derê, di nav de Libnan û cihên din jî hene" û niha tê bicihkirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye