Bangên ji bo hevdîtina komisyonê bi Abdullah Ocalan re bilind dibin

Serokê Meclisê yê berê Bulent Arinç diyar kir ku ger komîsyon bixwaze pêvajoyeke bi tendurist birêve bibe, divê li Îmraliyê rû bi rû li Abdullah Ocalan guhdarî bike, ew dikare biçe Îmraliyê. Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî jî got ku divê komîsyona li Meclisê tavilê bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike û bernameya vê hevdîtinê were amadekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bangên ji bo hevdîtina komîsyonê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bilind dibin.

Ji komîsyonê tê xwestin ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdarî bike, lê heta niha jî ev daxwaz nehatiye cîbicîkirin.

 

Bulent Arinç: Ez dikarim biçim Îmraliyê

 

Herî dawî jî Serokê Meclisê yê berê Bulent Arinç ragihand ku ji bo aştiyeke civakî ya mayinde hewcehî bi gavên wêrek û şênber heye û got: “Heke ew nexwazin wê rîskê bidin ber çavan, ez dikarim biçim Îmraliyê.”

Di berdewamê de Arinç bal kişand ser rola Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: 

“Heke komîsyona li TBMM’ê hatiye avakirin bixwaze pêvajoyeke bitendurist birêve bibe, wê demê divê li Îmraliyê rû bi rû li Abdullah Ocalan guhdarî bike."

 

Temellî: Divê komîsyon tavilê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

 

Her wiha Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî destnîşan kir ku divê komîsyona li Meclisê tavilê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û bernameya vê hevdîtinê were amadekirin.

Temellî diyar kir ku divê şandeyek biçe Îmraliyê û wiha lê zêde kir:

"Hewceye şandeya ku biçe bê diyarkirin, daxwaza me jî ew e ku şandeyek bihêz be û her kes tê de bê temsîlkirin. 

Divê ev ne ji bo carekê be lê bi awayekî rêk û pêk biçin hevdîtinan bikin."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye