Li Îranê bîlançoya şerê 40 rojan: 3 hezar û 375 kes hatine kuştin

Piştî agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de, encama şerê 40 rojan ê li dijî Îranê zelaltir bû. Rêxistina Rewşên Lezgîn a Îranê û Saziya Bijîşkiya Dadî ya Îranê, ragihandin ku heta niha li Rojhilatê Kurdistanê û li seranserê Îranê kuştina 3 hezar û 375 kesan hatiye tespîtkirin û kesên ku jiyana xwe ji dest dane 258 ji wan jin in.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Amarên welatiyên ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê de, hatine kuştin zelaltir dibin.

 

Têkildarî mijarê Rêxistina Rewşên Lezgîn a Îranê, daneyên xwe yên encama şer parve kirin.

 

Rêxistinê, da zanîn ku heta niha 258 jinan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 4 hezar û 993 jin jî birîndar bûne.

 

Hat ragihandin ku ji kesên jiyana xwe ji dest dane 221 jê zarokên temenê wan di bin 18 saliyê de ne û ji heman temenî 2 hezar û 115 kes jî birîndar bûne.

 

Hat destnîşankirin ku ji zarokên birîndar 124 jê di bin 5 saliyê de û 70 jî pitikên di bin 2 saliyê de ne.

 

Hate gotin ku ev dane, asta sivîlên ku hatine kuştin, radixe ber çavan.

 

Di raporê de, hate diyarkirin ku piraniya welatiyên birîndar li bajarên Tehran, Huzistan, Îsfehan, Loristan, Kirmaşan û Îlamê birîndar bûne.

 

Hat destnîşankirin ku li herêma Mînabê 168 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û ev herêm herêma herî zêde ji êrîşan bandor bûye ye.

 

Di daxuyaniyê de hate gotin ku 118 xebatkarên tenduristiyê rastî êrîşan hatine û ji van 26’an jê jiyana xwe ji dest dane.

 

Her wiha hate gotin ku gelek jî birîndar bûne, piraniya van êrîşan di dema xebatê de hatine kirin û 78 xebatkarên tenduristiyê dema li ser peywira xwe rastî êrîşan hatine.

 

Saziya Bijîşkiya Dadî ya Îranê jî di daxuyaniyekê de bîlançoya kesên ku di şerê 40 rojî yê navbera Îran û DYA-Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane, parve kir.

 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di pêvajoya şerê 40 rojî yê di navbera Îran û DYA-Îsraîlê de, li Rojhilatê Kurdistanê û li seranserê Îranê bi giştî 3 hezar û 375 kesan jiyana xwe ji dest dane û hat destnîşankirin ku 496 ji wan jin in.

 

Hate ragihandin ku ev dane tenê ji kesên ku nasnameya wan hatine tespîtkirin pêk tên û tê texmînkirin ku bîlançoya rastî hîn pirtir be.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye