Hêzên Îsraîlî bombebarana avahiyên niştecihbûnê û kampên penaberan ên li Xezeyê, berdewam dikin.
Nexweşxaneyên li Xezeyê piştrast kirin ku ji duh sibê ve, ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê 41 kes hatine kuştin.
Papa Leo koçberiya bi darê zorê li Xezeyê şermezar dike
Ji ber dorpêç û êrîşên berdewam ên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezeyê, Papa Leo XIV, yek ji bangên xwe yên herî bihêz ji bo aştiya li Xezeyê pêşkêş kir.
Papa, koçberkirina bi darê zorê ya sivîlan şermezar kir û hişyarî da ku pêşerojek li ser tundûtûjî û tolhildanê hatiye avakirin nikare berdewam bike.
Papa Leo, ji rêberên cîhanê xwest ku fikira tolhildanê red bikin û li şûna wê li hev kirin, diyalog û alîkariya mirovî bigerin û got:
Piştî Brîtanyayê gelek welatên din jî naskirina Dewleta Filistînê ragihandin
Îro jî, ji bo vejandina hêviya aştiyê ji bo Filistînî û Îsraîliyan û çareseriyek du dewletan, Brîtanya bi fermî dewleta Filistînê nas kir.
Piştî Brîtaniyayê, Kanada, Awistralya, Portekîz û Belçîka naskirina fermî ya dewleta Filistînê ragihandin.
Riyad Mansûr: Naskirina Dewleta Filistînê gaveke dîrokî ye
Nûnerê Daîmî yê Filistînê li Neteweyên Yekbûyî Balyoz Riyad Mansûr jî, naskirina dewleta filistîn ji aliyê gelek dewletan ve weke gaveke dîrokî bi nav kir.
Îsraîl: Naskirina Dewleta Filistînê ji Hemasê re xelat e
Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî naskirina dewleta Filistînê da û got:
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu jî gotibû Îsraîl wê bersiv û şerê bangewaziyên avakirina dewleta Filistînê bike û destnîşan kir ku dewleta Filistînê li ser hebûna Îsraîlê gef e.
Hamas: Naskirina Dewleta Filistînê gaveke girîng e
Hamasê jî, Naskirina Dewleta Filistînê wekî rêzgirtin ji bo têkoşîn û berxwedana gelê Filistînê ji bo rizgarî û mafê vegerê, bi nav kir.
Hemasê bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya yekem li ser naskirina dewleta Filistînê ji aliyê Brîtaniya, Kanada, Portekîz, Awistralya û Belçikayê ve diyar kir.
Di daxuyaniyekê de, welatên ku dewleta Filistînê nas dikin, silav kir.