Şêwekarê Kurd Yûsif Bekir li Awistiryayê xelata rûmetê wergirt

Di Festîvala 19'emîn a Navneteweyî ya Hunerê ya li Awistiryayê de şêwekarê Kurd ê ji Efrînê Yûsif Bekir Xelata Rûmetê wergirt.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Festîvala Navneteweyî ya Hunerê bi navê Atolyeya li ser Dunayê li Awistiryayê pêk hat.

Ev Festîval nêzî 20 salan e tê lidarxistin û heta niha zêdetirî 300 hunermendan mêvandariya wê ji seranserê cîhanê kiriye. 

Îsal di navbera 3 û 14'ê Îlonê de pêk hat û 15 şêwekar beşdar bûn.

Di despêkê de şêwekar 10 rojan bi hev re xebitîn û berhemên xwe afirandin. 

Piştre, ev berhem di pêşangehekê de ji bo temaşevanan hatin pêşandan û ji aliyê komîteyeke pispor ve hatin nirxandin û di encamê de Yûsif Bekir hêjayî Xelata Rûmete hate dîtin.

Yûsif Bekir ragihand ku ev cara yekeme ew beşdarî vê festîvalê dibe.

Yûsif Bekir ji Efrînê ye di 17 saliya xwe de jî xelata baştirîn peykersaziyê di pêşbirka Muzexaneya Niştimanî ya Helebê de wergirtiye. 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24