Ji destpêka sala 2025`an ve, qezayên trafîkê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûne.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, qezaya 2`ê îlonê ya herî bi êş pênase kir.
Têkildarî mijarê Rêveberiya Giştî ya Trafîkê eşkere kir ku ji destpêka salê ve, 3 hezar û 25 qezayên trafîkê li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê qewimîne.
Di qezayên trafîkê de 164 kesan jiyana xwe ji dest daye
Di encamê de, 164 kesan jiyana xwe ji dest da û hezar û 580 kes birîndar bûne.
Qezayên trafîkê, li ser 3 beşan hatine dabeşkirin, qezayên sivik hejmara wan 725 in, qezayên navîn hezar û 397 in û qezayên mezin jî, hejmara wan 903 qeza ne.
Rêveberiya Giştî ya Trafîkê sedeman destnîşan dike
Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Trafîkê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Eymen Îbrahîm da zanîn ku çend sedemên sereke yên çêbûna qezayan hene, ji wan jî dema ku zarokên temenê wan jêr 18 salî, erebeyê dajon, qanûn û nîşaneyên trafîkê nizanin, zêdebûna motorsklêtan li hin bajaran, her wiha di dema ajokariyê de, telefon tên bikaranîn, bikaranîna camên reşkirî (fêmê) ku bandorê li dîtina ajokar dike, leza zêde jî dibe sedem ku ajokar nema karibe erebeyê kontrol bike.
Daxwaza sîstemeke nû ji bo trafîkê û ajotina erebeyan tê kirin
Eymen Îbrahîm diyar kir ku wan ji Rêveberiya Xweser re, plansaziya xwe ya sala 2026’an pêşkêş kiriye û wan xwestiye ku hejmara radaran li ser rêyên sereke bêne zêdekirin û di sîstema dibistanên fêrkirina ajotinê de, sîstemek nû were danîn.
Rêveberiya Giştî ya Trafîkê bang kir ku zarok erebeyan najon
Di dawiyê de, Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Trafîkê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Eymen Îbrahîm bang li tevahî ajokar û şêniyan kir ku li gorî zagonên trafîkê, tev bigerin û rê nedin ku zarok erebeyan bajon.