Festîval di seatên êvarê de, li parka Nalî bi tevlîbûna 40 jinan hate lidarxistin.
yek ji wan jinên ku tevlî festîvalê bûye, Şênê Elî kêfxweşiya xwe anî ziman û got ku ew cara yekem e tevlî festîfalê dibe û anî ziman ku ew bi şîrînî û xwarinê cihê xwe di festîvalê de digire.
Şênê Elî diyar kir ku tevî rewşa aborî ya xirab, tevlîbûna festîvalê baş bû û wiha got: " Em jî hewl didin bi rêyên wiha jêhatîbûna xwe bidin nîşandan.”
Jina bi navê Lana Letîf jî, destnîşan kir ku festîval ji bo wan pir girînge û bi vî rengî ew dikarin berhemên xwe nîşan bidin .