Meral Daniş Beştaş: Dibe komisyon hefteya pêş bi Rêber Apo re hevdîtin bike

Komisyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê bi saziyên ziman re li navenda Kongreya çandê ya Amedê civînek li dar xist û nêrin û pêşniyarin girêdayî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatin guhdarkirin. Hevberdevka Kongreya Demoktatîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş di civînê de axivî û got: “Nêrîneke hevpar heye ku dibêje divê bi Ocalan re hevdîtin were kirin, Em jî wisa texmîn dikin ku hefteya pêş komisyon bi Rêber Apo re hevdîtin bike.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Navenda Kongreya çandê ya Amedê Komisyona ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê bi saziyên ziman re civînek li dar xist.

Di civînêde têkildarî pêvajoya heyî û Komisyona Hevgirtina Netweyî, Xwîşk-Biratî û demokrasiyê nêrinên Saziyên Ziman hatin guhdarkirin.

 

Beştaş: Nêrîna hevpar ewe ku komisyon bi Ocalan re hevdîtin bike

 

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş jî derbarê xebatên komisyonê  û girîngiya ziman di civînê de nêrin da û got:

“Me li gelek tecrûbeyên cîhanê nêrî û li akademîsyenan guhdar kir. Di mijara guhdarîkirina birêz Ocalan de nêrîneke hevpar heye divê hefteya bê koisyon bi Rêber Apo re hevdîtin bike.”

Meral Daniş Beştaş li ser girîngiya Zimanê Kurdî jî da zanîn ku, divê zimanê Kurdî bêyî hincet di rojeva komîsyonê de cih bigire. Heta niha li saziyên Kurdan nehatiye guhdarîkirin. 

Komisyona Hevgirtina Neteweyî, Xwîşk-Biratî û demokrasî hefteya pêş de wê saziyên zimanê Kurdî were guhdarkirin.”

 

Meral Daniş  Beştaş: Zimanê Kurdî ji bo me sedemê hebûn û jiyanê ye

 

Di berdewamiya nirxandinên xwe de Meral Daniş Beştaş da zanîn ku, Zimanê dayikê ji bo me her tim sedema hebûnê û jiyanê ye û wiha lê zêde kir: 

"Lewma zimanê Kurdî divê bibe zimanê perwede û wêjeyê, zimanê Kurdî zimanekî dewlemend e û divê zimanê me were qebûlkirin û di qanûnan de cih bigre.

 

Dilbihar: Pirsgirêka herî sereke li Tirkiyê înkarkirina ziman e

 

Hevberdevka Komisyonê Dilbihar jî li ser girîngiya ziman nêrin da û diyar kir ku divê karê esas yê komisyonê fermî kirina Zimanê Kurdî be û wisa dirêjî da axiftinên xwe:

“Li Kurdistan û Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin, înkarkirina ziman, çand û nasnameya gelê Kurd e. 

Ev 100 sal in hewl didin gelê Kurd bi polîtîkayên dewletê ji holê bên rakirin û daxwaza herî xwezayî ya Kurdan bi zimanê kurdî jiyankirine û divê ev maf were qebûlkirin.”

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24