Yilmaz Tunç ji bo daxwaza MHP’ê got: Di rojeva me de nîne

Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, têkildarî daxwaza MHP’ê ya ji bo “Qanûna înfazê” axivî û got ku ne verastkirina qanûna înfazê ne jî efû di rojeva wan de nîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, beriya civîna heftane ya koma AKP’ê diyar kir ku ji bo daxwaza guhertina “Qanûna înfazê” ya MHP’ê ev tişt got: “Mijareke weke verastkirina qanûna înfazê yan jî efûyê di rojeva me de nîne. Paketa 12’an a Darazê ne têkildarî înfazê lê ji bo sepanên darazê çalaktir bixebitin dê were kirin.” 

Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz duh gotibû: “Di esasê xwe de me sererastkirineke înfazê kir. 50 hezar kes derdikevin. 50-60 hezarên din jî dê derkevin. Tişta ez li vir behsa wê dikim Qanûna Înfazê ye. Heke em Qanûna Înfazê derxînin, dê di nava verastkirina înfazê de be. Em ê yasayeke li gorî destûra bingehîn derxînin û dê bi wan re lihev bikin. Tekane tişta di înfazê de em lihev nakin, ew in. Em ê wan jî biaxivin. Rewşekî ku em bibêjin dê nîvî bikin tune ye.”      

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye