Asayîş: Nekevin xefka agahiyên derew

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê têkildarî êrîşên berdewam ên çekdarên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, bang li welatiyan kir ku guh nedin agahiyên derew.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb bi daxuyaniyekê êrîşên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê şermezar kirin.

Asayîşa Helebê bang li şêniyan kir ku nekevin xefika hewlên bi armanca valakirina taxan.

Daxuyaniya Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb bi vî awayî ye:

 "Em Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Heleb bi tundî êrişên çekdarên girêdayî Hikûmeta Veguhêz yên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê ku di encamê de welatî bûne qurbanî û zirarên mezin gihandin mal û milkan, şermezar dikin.

Rageşiya heyî encama rasterast a siyasetên dijminane û tehrîdkirina dubare ya van koman in, ji ferzkirina dorpêça ewlehî û mirovî ya giran bigire heta bi hewlên ketina bi tank û panzeran û hedefgirtina taxan bi hawan, obîsan, mûşekên grad û dronan.

Em bang li gelê xwe yê li van taxan dikin ku li malên xwe bin, nekevin pey xefika agahiyên derew ên bi armanca koçberkirin û derxistina rewşa koçberiyê. Ji bo têkbirina hêzên me şerekî taybet ê sîstematîk dimeşînin. Em bang li gelê xwe dikin ku bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hevkar bin.

Em Hikûmeta Veguhêz berpirsa tevahî û rasterast a van êrîş û rageşiya xeternak ên ku gefan li jiyana bi hezaran welatiyan dixwin û aramiyê qels dikin, dibînin.

Em bang li rêxistinên navneteweyî, desteyên hiqûqî û mirovî dikin ku demildest bi erkên xwe rabin, ji bo rawestandina êrîşan zextê bikin.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Heleb ji gelê xwe re diyar dikin ku em ê bi xurtî bersiva hewlên têkbirina ewlehî û selamatiya we bidin."

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye