Hezimnekirina stranên Kurdî berdewam dike

Hunermendê Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) Cesim Başboga ji ber sala borî di şeva Dengbêjan de strana “ Serhildan Jiyane” gotibû cezayê girtîgehê girt.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Dosyaya Hunermend Cesim Başboga ku berê hatibû darizandin û 2 sal û 15 roj cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hatibû xerakirin. Di dosyaya ji nûve darizandinê de careke din ceza lê hate birîn.

 

Hunermendê NÇM'ê Cesîm Başboga nerazîbûn nîşanî ceza da got: “Êrîş li dijî stranên me yên bi zimanê dayikê tê kirin.”

 

Di berdewamiya nerazîbûna xwe de Başboga bal kişand ser politîkayên pişaftinê û got: “Bi salan e li ser çand û hunerê polîtîkayeke pişaftinê tên meşandin. Em baş dizanin ku hiqûq li gorî kesan biryarê dide.”

 

Hunermend Başboga herî dawiyê de wiha got: "Ti biryar û gef wê nikaribe li pêşiya stranên me yên bi zimanê me bibe asteng, biryara dadgeha herêmî li gel me bê hikum e."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye