Li Efrînê çekdarên girêdayî Tirkiyê berhemên zeytûnan didizin

Talan û diziya li Efrînê berdewam dike. Çekdarên "Firqeya Mu'tesim" jî rê li ber cotkarên ku dixwazin zeytunên xwe berhev bikin digirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Navendada Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li gundê Xelelka yê navçeya Bilbilê ya gundewarê Efrînê, çekdarên girêdayî Ofîsa Aborî ya Firqeya Mu'tesim a Artêşa Neteweyî ya ku Tirkiye piştgirîya wê dike, nahêlin ku cotkarên nû vegeriyane, bigihîjin erdên xwe yên çandiniyê.

 

Li gorî SOHR´ê, çekdaran di nav baxçeyên zeytûnan de kon vegirtine, her wiha tevahiya berheman desteser kirine û nêzî 150 kîsikên zeytûnan ji baxçeyên welatiyên Kurd ên li gund dizîne.

 

Her wiha navendê diyar kir ku duh li gundê Hasandirayê û yên Efrînê, komên ji "Artêşa Neteweyî" mala welatiyekî Kurd û çend baxçeyên zeytûnan ku yê gundiyan bûn, desteser kirine û li gundê Sixutka jî hemû berhemên zetûnanan dizîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye