Piştî pîrozbahiyên cejna Newrozê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, bi hinceta propagandaya rêxistinkirinê, operasyonên binçavkirin û girtinê didomin.
Duh danê sibehê li Stenbolê jî bi îdiaya di pîrozbahiyên Newrozê de “propagandaya rêxistinkirinê” bi awayekî hevwext bi ser gelek malan de hat girtin.
Di serdegirtina malan de 13 kes hatibûn binçavkirin.
Polîsan, dema di binçavkirinê de êşkence li ciwan û zarokan kir û wan birin Edliyeya Çaglayan ya Stenbolê.
Piştî karûbarên îfadeyan 5 kes bi biryara kontrola edlî hatin berdan.
3 jê zarok 8 kes jî bi hinceta “endamê rêxistinê ne” sewqî dadgeriyê hatin kirin. Piştî ifadeyi li dadgeriyê 3 jê zarok 8 kes hatin girtin.
Li Bedlîsê kesek hat girtin, 15 kes jî hatin berdan
Dîsa di 25ê Adarê de, di saetên serê sibê de li navçeyên Tetwan û Xelatê yên Bedlîsê bi ser gelek malan de hate girtin.
Piştî îfadeyên wan ên li qereqolê, 17 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê de bi tohmeta "propagandaya rêxistinê" hatibûn binçavkirin, sewqî Edliyeya Bedlîsê hatin kirin.
Ji 16 kesên ku ji ber beşdarbûna pîrozbahiyên Cejna Newrozê hatibûn binçavkirin, 4 kes, tevî Dayika Aştiyê Bedriye Talaş, piştî îfadeyên li dozgeriyê serbest hatin berdan, kesek bi daxwaza girtinê û 11 kes jî bi daxwaza kontrola edlî sewqî dadgeha nobedar hatin kirin.
Dadgeha nobedar ji 12 kesên ku sewqî dadgehê hatibûn kirin 11 kes bi kontrola edlî serbest berda û yek jî girt.