Kurtulmuş: Komîsyon dê rapora xwe bi awayekî berfireh pêşkêş bike

Numan Kurtulmuş diyar kir ku di dema Ozal, Demirel û Erbakan de pêvajo hatine kirin, lê ev hatine astengkirin û got, "Vê carê bê guman em ê biserkevin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş li Hola Civînên Serokatiya Parlamentoyê pêşwaziya parlamenterên berê yên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anatolyayê kir.

Numan Kurtulmuş anî ziman ku serdan bi pêvajoya berdewam a ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye û ew ê ji bo rêveçûna saxlem a pêvajoyê beşdariyek girîng bike.

Kurtulmuş rave kir ku sedsala yekem a Komarê derbas bûye, ku nîvê wê di pevçûnên têkildarî pirsgirêka Kurd de derbas bûye û bi deh hezaran kes di temenê ciwaniyê de ji jiyanê hatine dûrxistin.

Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş pêvajoya tê meşandin wek "pêvajoya Tirkiya bê teror" binav kir û wiha axîvî:

"Di vê pêvajoya çareserîyê de me piştgiriyek pir xurt ji gel girtiye ji ber ku ev pevajo ne wekî pêvajoyên berê tê meşandin."

Numan Kurtulmuş wiha berdewam kir: "Vê carê dewlet, 'bi hemû sazîyên xwe, hewl dide ku bi yek dengî' rola xwe bilîze."

"Dê rapor ji bo meclîsê were pêşkeşkirin"

Kurtulmuş her wiha agahî li ser xebata Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê, ku ew serokatiya wê dike, da û anî ziman ku komîsyon di qonaxa amadekirina raporê de ye û got:

"Ev komîsyon dê bi serkeftî û berfireh rapora xwe pêşkêş bike. Çend partiyên siyasî û çend parlamenterên endamên komîsyonê yên ku dixwestin beşdar bibin raporên xwe pêşkêş kirine. 

Piştî berhevkirina van, ez hêvî dikim ku di zûtirîn dem de raporek hevbeş, bi piraniya mezin, wekî di xebata me ya berê de û bi hêvî me ku bi tifaqekê derkeve holê. 

Ev rapor dê paşê ji Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyê re were pêşkêş kirin, da ku gav û rêziknameyên din werin bicîh kirin. 

Bi vî rengî, komîsyon dê rola xwe bi cih bîne û ez hêvî dikim ku beşa qanûnî ya vê mijarê di demek kurt de bêyî derengmayînê were temam kirin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye