Şandeyeke Wezareta Dadê serdana parêzgarê Hesekê kir

Şandeyeke Wezareta Dadê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê serdana Hesekê kir. Şande bi parêzgar Nûredîn Ehmed re civiya, her wiha şandeyê serdana avahiya dadweriya civakî û girtîgeha Xuwêranê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed îro li avahiya parêzgariyê pêşwaziya şandeyeke Wezareta Dadê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê kir.

Şande ji serokatiya cîgirê giştî yê serokkomariya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Hesan Turbe, endamê wezareta dadê Mihemed Nasir û nûnerê serokê hikûmetê Ehmed Hîlalî pêk tê.

Her wiha şandeyê serdana avahiya dadweriya civakî ya li bajarê Hesekê jî kir û li wir bi parêzeran re hevdîtin kir.

Piştre jî wan serdana girtîgeha Xuwêranê ya li bajarê Hesekê jî kir û li wir civiyan.

Di civînê de şandeyê li hev kir ku mekanîzmeyeke nû ya rêxistinkirina karê girtîgehan were avakirin.

Her wiha piştî bidawîbûna civînê cîgirê giştî yê serokkomariya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Hesan Turbe di kongreyeke çapemeniyê de wiha got:

"Bi hevahengiya di navbera rêveberiya girtîgehan a Wezareta Hundirîn de, me girtîgeha Xuwêran wergirt.

Em derbasî nava girtîgehê bûn û me hin girtî dîtin, em ê ofîseke zagonî ya girêdayî dozgeriya giştî ya dadweriya civakî di girtîgehê de ava bikin.

Ev ofîs dê bi dozgeriya giştî ya Wezareta Dadê ve girêdayî be û dê kar û barên girtiyan bişopîne."

Her wiha ji bo wergirtina girtîgeha Elayayê şandeyê berê xwe da bajarê Qamişloyê.

Ev serdan di çarçoveya peymana 29'ê çileyê de ya di navbera Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk QSD'ê de, ji bo bicihanîna entegrekirina saziyên dadweriyê yên parêzgeha Hesekê hat kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye