Tevî lihevkirinê jî qeyrana avê li Hesekê çaresr nebûye

Tevî ku lihevkirin di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta veguhêz a Sûriyê de çêbûye jî, lê heta niha li bajarê Hesekê û gundewarên wê krîza avê nehatiye çareserkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî pêvajoya lihevkirinê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de çêbû, dihat hêvîkirin ku pirisgirêkên jiyanî bêne çareserkirin.

 

Li bajarê Hesekê û gundewarên wê yek ji pirsgirêka sereke nebûna avê ye û hîna jî ev krîza avê nehatiye çareserkirin.

 

 

 

Zêdetirî milyonek kes li parêzgeha Hesekê bê av in

 

 

Zêdetirî milyonek kes li Hesekê û gundewarên ji vê pirsgirêka bêaviyê bandor dibin.

 

Yek ji çavkaniyên ava Hesekê Stasyona Elok e.

 

Lê piştî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser bajarê Serekaniyê di 9`ê Kanûnê sala 2019`an de stasyona Elok hat bombebarankirin û rawestiya.

 

Ji ber wê, şêniyên Hesekê û gundewarên wê bi riya tankên avê ku bi bihayeke zêde dikirin pêdiviyên xwe yên avê pêktînin.

 

Şêniyan hewil dan ku bîran bikolin û pirsgirêkên avê çareser bikin, lê ava bîran bi giştî şor e û gelek kils tê de heye.

 

Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê, ji bo xebitandina stasyonê heta niha ti gav neavêtine û pirsgirêka avê ya Hesekê çareser nekirine.

 

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehemd, nûnerên UNICEF`ê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê têkildarî pirsgirêka avê ya Hesekê çend caran civiyane.

 

Di civînan de, li ser girîngiya xebitandina stasyona Elokê hatiye nîqaşkirin.

 

Lê heta niha derbarê pirsgirêka avê ya Hesekê hîna ti gav nehatine avêtin.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye