Di daxuyaniyê Hêzên Sûriya Demokratîk de hat destnîşankirin ku çekdarên Hikûmeta Veguhêz bi dronekê êrîşî gund û deverên derdora Dêr Hafirê kirin.
Di encamê de 2 sivîl birîndar bûn.
Lê dema şervanên QSDˊê hewl didan wan birîndaran rakin nexweşxaneyê, ew jî hatin armanc girtin û birîndar bûn.
Li gorî Navenda Ragihandinê, armancgirtina tîmên ambulancê û nuqteyên tibî rageşiyek gelek xeternak e û binpêkirina tevahî qanûnên navneteweyî ye.
Navenda Ragihandinê ya QSDˊê da zanîn ku hêzên wan di erkên xwe yên parastina sivîl û pêşkêşkirina alîkariyên mirovî de berewam in.
Mafên wan ên rewa heye ku bersiva tevahî tehdîd û êrîşan bidin.