Midûrê Emniyetê Hasan Tokgoz ku 2 meh berê dest bi erka xwe kiribû, derket holê ku ji ber sedemek nediyar di navbera wî û hevjîna wî de de nîqaş derketiye. Di encama nîqaşê de Mudur Polîsan li hevjîna xwe xistiye.
Piştî tundîyê jina wî giliyê wî kiriye û li ser vê gumanbar Hasan Tokgoz hatiye binçavkirin.
Derbarê Hasan Tokgoz ku derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin, heya biryara dadgehê derkevê wek tedbîr ji kar hatiye dûrxistin.
Li Baurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tundiya li hember jinê taybet bi destê desthilatdariyê ve rastî bêcezatiyê tê.