Çapkirina minhacên nûkirî yên Rêveberiya Xweser bi dawî bû

Saziya Minhacan a Rêveberiya Xweser a Demokratîk çapkirina hemû minhacên nûkirî, bi dawî kir. Minhacên nûkirî wê di sala perwerde û fêrkirinê ya 2026-2027'an de li dibistanan werin belavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev demek e Saziya Minhacan a girêdayî Rêveberiya Xweser minhacên dibistanan piştî nûkirinê çap dike.

Saziya Minhacan di qonaxa dawî ya nûkirina minhacên dibistanan de, çapkirina minhacên refên 9 û 12'an bi dawî kir.

Minhacên nûkirî, wê di sala perwerde û fêrkirinê ya 2026-2027'an de li dibistanan were belavkirin. 

Saziya Minhacan a Rêveberiya Xweser di sala 2024'an de dest bi pêvajoya guhertina minhacên dibistanan kiribû.

Di qonaxa yekem de minhacên refên 1, 4, 7 û 10'an hatibûn nûkirin û di sala xwendinê ya 2024-2025'an hatin bikaranîn.

Di qonaxa duyem de jî minhacên refên 2, 5, 8 û 11'an hatin nûkirin û di sala xwendinê ya 2025-2026'an de hatin belavkirin.

Di qonaxa sêyem de ku Tîrmeha 2025'an dest pê kiribû, minhacên refên 3, 6, 9 û 12'an hatin nûkirin. 

Bi vê yekê hemû minhac nûkirî dê di sala xwendinê ya 2026-2027'an de li dibistanan bên belavkirin.

Minhacên nûkirî ev in: Zimanê K

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye