YPJ: Hêzên me ê li gundewarê Dêra Zorê 2 serçeteyên DAÎŞ`ê girtin

reset font size increase font size

Navenda Ragihandina YPJ`ê bi daxuyaniyeke ragihand ku di 24`ê Hizêranê de serçeteyek DAÎŞ`ê û endamek wî di operasiyonek taybet bi pêşengtiya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û alîkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li bajarokê Şihîlê ê li gundewarê Dêra Zorê hatin girtin.

YPJ`ê diyar kir ku ev çete gelek caran li ser rêyên giştî mayinan diçînin, gel û hêzên leşkerî dikin hedef ku armanca wan bi van kiriyarên xwe ewlehî û aramiya hêrêma Dêra Zorê xerabikin û bal kişand ku di heman demê de bi belavkirina belavokan propaganda DAÎŞ`ê pêş dixin û belav dikin.

YPJ`ê dazanîn ku herdû çete amadekariya êrîşeke li dijî gelê herêmê dikirin û ev demeke dirêje hêzên îstîxbaratê van çeteyên DAÎŞ`ê dişopînin û di vê operasyonê de gelek cebilxane, alavên leşkerî û belge hatin desteserkirin.

Aya Ehmo

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye