KNK’ê li bajarê Kloten ê Swîsreyê civîneke berfireh li dar xist

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Swîsreyê civîneke berfireh li dar xist. Di civîna KNK`ê de li ser girîngiya yekîtiya neteweyî hatin gotûbêjkirin. Beşdarên civînê gotin, "yekîtiya neteweyî bendewariya gel e."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Navenda Çanda Kurd a bajarê Kloten ê Swîsreyê civîneke berfireh li dar xist.

Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Swîsreyê, rojnamevan, nivîskar û rewşenbîr beşdarî civînê bûn.

Di civînê de beşdaran bal kişand ser pêwîstiya jinûvesazkirina siyaseta Kurdî û pêşketinên li Rojhilata Navîn.

Di civîna KNK'ê de yekîtiya neteweyî weke pêwîstiyekê hat dîtin

Her wiha diyar kirin ku di vê demê de ku nexşeyên herêmê ji nû ve tên xêzkirin, ji bo Kurdan yekîtiya neteweyî pêwîstiyek e.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamus di civînê de anî ziman ku nabe Kurd parçe bimînin û wiha got:

"Ji bo partî û saziyên siyasî ku li çar aliyên Kurdistanê dixebitin, pêwîst e yekîtiyê pêk bînin.

Ev yek di heman demê de bendewariya gel e."

Endamê Komîteya Rêveber ê KNK û KCK’ê Zubeyir Aydar jî bal kişand ser dan û standinên di navbera rêberê damezirîner Abdullah Ocalan û dewleta Tirkî de û ev got:

"Pêvajo neqediyaye, lê heta niha gavên şênber nehatine avêtin."

Beşdarên ku di civînê de axivîn, rexne û pêşniyarên xwe anîn ziman û nirxandinên xwe yên der barê serdema nû de pêşkêş kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye