Yekîtiya Rewşenbîran a Reqayê bi hevkariya Yekîtiya Rewşenbîran a Tebqayê bi serenavê "Banga Rêber Apo ji bo Aştiyê û Rola Rewşenbîran di Aştiya Sivîl de" panelek li dar xist.
Di panelê de siyasetmedar, rewşenbîr û nûnerên kantonên Reqa, Tebqa û Cizîrê amade bûn.
Panel li ser 2 mijaran bi rêve çû. Ya yekem bi serenavê "Qonax û encamên agirbestê", ji hêla endama Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Eyşa Çawîş ve hate birêvebirin.
Eyşa dîroka danûstandinên agirbestê yên di navbera Tevgera Rizgariya Kurdistanê û dewleta Tirk de û bandorên wan ên meydanî û siyasî, nirxand.
Mijara duyemîn jî bi serenavê "Rewşenbîr, Banga Aştî û Civaka Demokratîk", ji hêla hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran a Reqayê Beşîr El Hesen ve hate nirxandin.
BEŞÎR EL HESEN: PIROJEYA NETEWA DEMOKRATÎK ÇARESERÎ YE
Beşîr da zanîn ku projeya neteweya demokratîk a li ser exlaqê, siyaseta azad, pirrengiyê û jiyana hevbeş ava bûye, çareserî ye.
Dîsa di panêlê de mijarên weke, “Banga Aştiyê", "Dîroka Tevgera Rizgariya Kurdî", "Têgeha Qirkirina Siyasî û Civakî" û rola Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di piştgiriya hewldanên aştiyê de hatin nîqaşkirin.
Panêl bi encamnamekî bidawî bû û hin xalên encamaneyê ev in:
``Lidarxistina kampanyayeke nîştimanî li dijî gotinên nefretê, taîfî û xiyanetkirinê.
Pênasekirina "Manîfestoya Aştiyê û Civaka Demokratîk".
Xurtkirina têkiliyên çandî di navbera rewşenbîrên hundir û derveyî welat de.
Belavkirina çanda jîngehê (ekolojî) wekî beşeke hişmendiya civakî.
Bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya banga aştiyê.
Bicihkirina çanda diyalog û lêborînê.
Xurtkirina têgehên hemwelatîbûn, edalet û mafên mirovan.
Bidestxistina edaleteke veguhêz ji tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê re.``