DEM Partî li Stenbolê konferansa aştiyê li dar dixe

Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî ku ji aliyê DEM Partiyê ve tê organîzekirin, îro dest pê dike. Ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî gelek siyasetmedar beşdarî konferansê dibin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di konferansê de li gel ezmûnên cîhanê pêvajoya çareseriyê dê were nîqaşkirin.

Navên kesên ku dê beşdarî "Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî" a ku dê li Stenbolê 2 rojan bidome, diyar bûn.

Gelek akademîsyen, siyasetmedar û pisporên ji Herêma Kurdistanê, Welatê Baskê, Îrlanda, Afrîkaya Başûr, Qazaxistan û Belçîkayê jî dê beşdarî konferansê bibin û gotaran pêşkêş bikin.

Konferans dê li Salona Konferansê ya Cem Karaca ya Stenbolê bê lidarxistin û axaftina vekirinê dê ji aliyê Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Veysî Aktaşê ku demekê li Girava Îmraliyê girtî bû, were kirin.

Îlham Ehmed dê di konferansê de biaxive

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed jî dê îro bi rêya zoomê tevlî konferansê bibe û beşdarî axaftina vekirinê bibe.

Tê payîn ku Îlham Ehmed behsa pêşketinên dawî yên li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye