Di çarçoveya roja çapemeniya azad de Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamya (MKG) û Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) wê 6`ê Îlonê li Konaxa Cemîl Paşa bi çalakiya beşdariya hunermend Kasim Taşdogan bê lidarxistin.
Endama komîtiya rêveber a MGK`ê Arjîn Dîlek Oncel bi wesileya girîngiya rojê da zanîn ku eger em dibêjin aştî û pêvajoya çareseriyê niqaş dikin, divê em behsa edalet û demokrasiyê jî bikin. bendewariya me rakirina zextên li ser rojnamevanan e.
Dîlek Oncel di nirxandinên xwe de bibîrxist ku li gor rapora MKG'ê 5 rojnamevanên jin û li gor rapora DFG'ê jî 33 rojnamevan hê jî girtî ne. Di pêvajoyeke ku li ser aştiyê tê nîqaşkirin dîmenek bi vî rengî cihê şermê ye.
Dîlek Oncel: Rojnamevanên aştiyê, pêvajoyê bi kelecan pêşwazî dikin
Dîlek Oncel bal kişand ser zexta li ser rojnamevanan û got:
“Ew rojnamevanên ku rojnamevaniyê aştiyê dikin dizanin dê çawa tevbigerin û bi kelecan pêvajoyê dişopînin. Lê li aliyê din gava em li zimanê çapemeniya din mêze dikin, em dibînin ku hê jî agir gur dikin û zimanê nefretê bi kar tînin.”
Hevseroka DFG'ê Kesîra Onel jî eşkere kir ku Çapemeniya Azad rastiyê li hemû civakê belav dike lewma desthilat her tim kedkarên Çapemeniya Azad hedef digire.
Kesîre Onel: Çapemeniya azad li ser şopa heqîqetê dimeşe
Kesîra Onel jî destnîşan kir ku kedkarên Çapemeniya Azad tevî hemû êrişan jî bihêz û wê herdem
Çapemeniya azad li ser şopa Heqîqetê be.
Herî dawiyê Kesîre Onel nirxandinê xwe wisa domand ji bo berbiçavkirina têkoşîna kedkarên Çapemeniya Azad me 6'ê Îlonê wekî Roja Çapemeniya Azad ragihand û got:
“Em vê rojê diyarî hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dane dikin û em dixwazin mîrateya wan bilind bikin.”