Li Îranê girtiyê siyasî yê Kurd Saman Mihemedî hat darvekirin

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku girtiyê siyasî yê Kurd Saman Mihemedî yê ji bajarê Sine, ji aliyê dadgeha Îranê ve hate darvekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hate ragihandin ku girtî di girtîgeha Evîn a Tehranê de ji bo îtîrafa bi zorê rastî êşkenceyeke tund a fîzîkî û derûnî hat.

Di 4'ê cotmehê 2025'an, li girtîgeha Qizlihesar a Kerecê, bi şêwazekî veşartî hat darvekirin.

Saman Mihemedî Xeyarî 35 salî bû, di sala 2013`an de ji aliyê hêzên Wezareta Îtlaatê ya Îranê ve bêyî fermana dadwer hatibû binçavkirin.

Li girtîgeha Evîn zêdetirî 4 salan di hucreya yekkesî de hate girtin.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku girtiyê siyasî yê Kurd bi tometa çekdarbûn û endambûna komên dijberiya Îranê hatiye darvekirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24