Li Îrlandayê ji ber bahozê kesekî jiyana xwe ji dest da

Bahoza Amy ku bandor li Îrlandayê û çend welatên din kiriye, bû sedema ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin û elektrîk qut bibe û astengiyên mezin di veguhestinê de derkevin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Donegal ya başûrê rojhilatê Îrlandayê, ji ber bahozê kesekî jiyana xwe ji dest da û li seranserê Îrlandayê hişyariya bayê bilind hat dayîn û li Îngilîstanê jî park hatin girtin.

Her wiha bahoza li Skotlandê ku leza wê giheştiye 100 mph, bû sedema hilweşîna avahiyan, astengiyên giran di veguhastinê de û hişt ku bi deh hezaran kes li wê derê bê elektrîk bimînin.

Piştî hilweşîna avahiyek li Glasgowê ya bakurê Skotlanda, rê hatin girtin.

Ji ber bahozê gelek geştên hewayî, tirên û keştî hatin betalkirin.

Pira Forth li Skotlandayê jî ji bo hemû trafîkê hatiye girtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye