Zarokên li dibistanê bi mûşekên Tomahawk hatine kuştin

Di dawiya meha Sibatê de, dibistanek rastî mûşekekî Tomahawk hatibû. Di encamê de bi dehan kes hatin kuştin ku piraniya wan zarok in. D derbarê vê bûyerê de, heta niha jî lêkolîn û gotûbêj berdewam e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di nav hemû cureyên şer de, her tim zarok dibin qurbanî.

 

Şerê Îsraîl-Amerîkayê li dijî Îranê ketiye hefteya xwe ya duyemîn û hîn jî berdewam dike.

 

Di encama vê şerî de, bi hezaran kes hatin kuştin.

 

Di 28`ê Sibatê de li bajarê Mînab ê başûra Îranê, mûşekek Tomahawk li baregehek deryayî ya nêzîkî dibistanekî seretayî xistibû.

 

Amerîka û Îran ji bo komkûjiyê dibistanê de hevdu tawanbar dikin

 

Di encama vê êrîşê de,175 kes ku di nav wan de 110 zarok in, jiyana xwe ji dest dabûn.

 

Di derbarê vê yekê de, Îran û Amerîkayê hevdu sucdar dikin.

 

Vîdeoyek ji hêla Ajansa Nûçeyan a Mehr a Îranê ve hatî weşandin û ji hêla The New York Times ve hatiye piştrastkirin, nîşan dide ku mûşekek Tomahawk li baregehek deryayî ya nêzîkî dibistanekî dixe û dibistan bi tavahî wêran dibe.

 

Lê di derbarê vê vîdeoyê de, hin analîst dibêjin:

 

"Ev mûşek tenê li gel hêzên Amerîkî di şer de tê dîtin."

 

 

Amerîka dibêje Îranê komkûjî kiriye

 

Her wekî din jî, Serokê Amerîkayê Donald Trump di derbarê vê mijarê de, beyî ku tu delîlî pêşkêş bike, ji rojnamavanan re wiha got:

 

"Em bawer dikin ku ew Îranê kir ji ber ku cebilxaneya wan bi tevahî ne rast e.

 

Ew bi tevahî ne rast in. Wê bûyerê Îranê kir."

 

Dema rojnamevanekî ji Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê pirsî ka nirxandina Trump rast e, wiha bersiv da:

 

"Pentagon lêkolînê dike û tenê aliyê ku sivîlan hedef digire Îran e."

 

Rojnameya New York Times piştrast kir ku ne artêşên Îsraîl û ne jî yên Îranî xwedî mûşekên Tomahawk in.

 

Ji destpêka êrîşa Amerîka-Îsraîlê ya li ser Îranê ve, keştîyên şer ên Hêza Deryayî ya DYA`yê bi dehan ji van mûşekan ber bi Îranê ve avêtine.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye