Ji 28`ê Sibatê ve, şerekî dijwar di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de diqewime.
Di encama vî şerî de, gelek dewletên derdorê ziyan dîtin.
Li Dûbizê baregeheke Heşdî Şebî du caran hat bombebarankirin
Îro, li Dûbizê baregeheke Heşdî Şebiyê du caran hat bombebarankirin.
Bombabaran li Lîwaya 40'î ya Heşdî Şebî pêk hat.
Çavkaniyên herêmê, eşkere kirin ku di encama bombebaranê de, 5 kes hatine kuştin û 12 kesên ku piraniya wan sivîl in, birîndar bûne.
Çavkaniyan dan zanîn ku otomobîlên hawarçûnê şewitîne.
Li nêzîkî Balafirxaneya Navnetewî ya Hewlêrê kete xwarê
Duh jî, Îranê pêla 32’yemîn ya êrişên Îranê li dijî Îsraîl û Amerîkayê, ragihand.
Di encama êrîşan de, droneke xwekuj li nêzîkî Balafirxaneya Navnetewî ya Hewlêrê kete xwarê.
Ti ziyanên canî çênebûn, lê li cihê bûyerê şewat derket.
Îraqê balafireke bêmirov li derveyî baregeha victoria xist xwarê
Di heman demê de, duh sîstema parastina hewayî ya Iraqê, balafireke bêmirov xist xwar.
Balafira bêmirov hewl dida ku Baregeha Victoria ya li nav Balafirxaneya Navnetewî ya Bexdayê hedef bigire.
Çavkaniyan diyar kirin ku balafira bêmirov li derveyî Baregeha Victoria hatiye xistin ku tu ziyanên canî û madî çênebûne.
Li Hewlêrê droneke xwekuj bi ser malekê de ket xwarê
Li taxa Jiyan ya bajarê Hewlêr ya Başûrê Kurdistanê jî, droneke xwekuj li ser malekê ket xwarê.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku ew dron bê ku biteqe ketiye xwarê.
Sûdanî: Îraq bi parastina balyozxane û konsulxaneyên li ser axa xwe pabend e
Di derbara van êrîşan de, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî di pêwendiyeke telefonî bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re axivî.
Mihemed Şîa Sûdanî piştrast kir ku Iraq bi parastina nûnertiyên dîplomatîk, balyozxane û konsulxaneyên li ser axa xwe, pabend e.
Serokwezîrê Iraqê tekez kir ku divê qada hewayî, bejahî û avên Iraqê di ti çalakiyek leşkerî yên welatên cîran de, neyên bikar anîn.
Sûdanî got ku Iraq bi hemî desthilatdarî, hêzên xwe yên gel, siyasî û neteweyî beşdarî ti çalakiyên leşkerî nabe.
Mihemed Şîa Sûdanî destnîşan kir ku ew her binpêkirina qada hewayî ya xwe ji hêla her alî ve, red dike.
Konsulxaneya Îmaratê ya li Hewlêrê bû armanca êrîşekê
Di çarçovaya êrîşan de, şeva borî Konsulxaneya Giştî ya Îmaratê ya li Hewlêrê bû armanca êrîşekê.
Êrîş ji aliyê hin komên tundrew û deryasayî ve pêk hat.
Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê, nerazîbûna xwe ya tund li hemberî armancgirtina saziyên dîplomatîk û sivîl nîşan da.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: "Pêwîst e hikûmeta Iraqê rê li ber wan dest û komên tundrew û deryasayî bigire."