Husên: Armanca çûyina me ya Tirkiyeyê ji bo mijara avê bû

Duh şandeyek bi serokatiya Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên serdana Tirkiyeyê kir û bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan re civîya.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fuad Husên piştî hevdîtinê diyar kir ku wan li ser mijarên avê nîqaş meşandine.

Husên dest nîşan kir ku wan li ser mijara avê di çarçoveya reşnivîsekê de li hev kirine û wiha berdewam kir: "Armanca me ya esasî ya çûyîna Tirkiyê, mijara avê bû."

Her wiha Hakan Fîdan jî piştî hevdîtinê da zanîn ku wan li ser mijara avê axivîne û mijarek din ya hevdîtinê jî hevkariya di navbera her du aliyan de û aloziyên heyî bû.

Fîdan îdîa kir ku ji ber guherînên avhewayê rêjeya avê ya li bendavên wan kêm bûne, lewra ava ku ji bo welatên din tên şandin bandor dike.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24