Ajansa Nûçeyan a Farsê ragihand ku "heft xalên ketina mûşekan li taxên Keşardust û Pasteur" ên Tehranê hatine hedefgirtin.
Farsê, eşkere kir ku cihên hatine lêdan heman cihên ku baregeha Rêberê Bilind ê Komara Îslamî Ayetullah Elî Xamineyî û baregeha serokatiyê ne.
Her wiha Îsraîlê jî bi daxuyaniyekî, navê operasyona xwe ya li dijî Îranê wekî "Operasyona Mertala Yahuda" bi nav kir.