Li gorî daxuyaniyên Wezareta Karên Hundir a Erebistana Siûdî, roja sêşemê 7 kes hatin darvekirin.
Hate ragihandin ku ji kesên ku hatin darvekirin pênc jê bi sûcdariya bazirganiya narkotîkê hatibûn mehkûmkirin.
Bi vî rengî, ji destpêka sala 2026'an û vir hejmara kesên ku li welêt hatin darvekirin gihîşt 100 kesî.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ev hejmar weke "Qonaxeke tarî ya asta dijberiya hiqûqê û bikaranîna cezayê mirinê ji aliyê otorîteran ve" pênase kir.
Piraniya darvekirinan ji ber dozên narkotîkê ne
Li gorî daneyên AFP'ê, ji 100 kesên ku ji destpêka salê û vir ve hatine darvekirin 65 ji wan ji sûcê narkotîkê hikum xwaribûn.
Hate ragihandin ku ji kesên hatin darvekirin 52 ji wan biyanî bûn. Mirovên ji Etiyopya, Pakistan, Sûdan, Yemen û Sûriyê di nava kesên ku hatin darvekirin de hebûn.
Amnesty International, diyar kir ku biyanî piştî pêvajoyên darizandinê yên bi giranî ne adîl, bi cezayê mirinê hatin cezakirin.
Hişyarî ji bo 63 mehkûmên Etiyopyayî
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, di rapora xwe ya dawî de ragihand ku herî kêm 63 mehkûmên Etiyopyayî yên li girtîgeheke li başûrrojavayê Erebistana Siûdî têne ragirtin û bi sûcdariya narkotîkê hatine mehkûmkirin, dibe ku di demeke nêz de bêne darvekirin.
Rêxistinê, bang kir ku cezayê darvekirinê bê rawestandin û doz li gorî pîvanên hiqûqa navneteweyî ji nûv e bêne nirxandin.
Piştî Çîn û Îranê di rêza sêyemîn de ye
Erebistana Siûdî di sala 2025'an de 356 kes bi dar ve kiribûn û gihîştibû asta herî bilind a darvekirinên salên dawî.
Erebistana Siûdî li gorî hejmara darvekirinên çar salên dawî li cîhanê piştî Çîn û Îranê di reza sêyemîn de ye.