Ji dema şerê Amerîka li dijî Îranê, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, ji NATO`yê dilgiran bûye.
Trump di hefteyên dawî de, got ku êdî ti hêvî di NATO'yê de nemaye.
Ji ber redkirina dewletên endamên hevpeymaniya NATO`yê, ji bo alîkariya Amerîkayê di şerê li dijî Îranê de, Trump gefa vekişîna ji hevpeymaniya 32 endamî xwar.
Turmp: Em jî dê alîkariyê nede wan welatên ku alîkariya me nekirin
Duh careke din, Turmp hişyarî da dewletên NATO`yê û diyar kir ku ew jî, dikare alîkariyê nede wan dewletan û wiha lê zêde kir:
“Washington salane bi sed milyon dolar xerc dike da ku welatên Ewropî ji Rûsyayê biparêze.
“Me ewqas pere li ser NATO`yê xerc kir û dema me alîkariya wan di tiştekî biçûk de xwest, alîkariya me nekirin.
Gotina vê yekê bêaqilî ye, ji ber ku heke em bixwazin em dikarin heman tiştî ji wan re bibêjin û em dikarin bikin.”
Ev yek beriya civîna NATO`yê tê ku gerek li li paytexta Tirkiyê Enqereyê were lidarxisitin.
Her wiha li gorî agahiyan Donad Trump jî dê beşdarî vê civînê bibe.
Mark Rutte: Ez piştgiriyê didim rexneyên Donald Trump
Herî dawiyê jî Sekreterê Giştî yê NATO`yê Mark Rutte piştgiriya xwe ji bo rexneyên Serokê Amerîkayê Donald Trump anîn ziman.
Di hevpeyvînekê de bi Fox News re, Rutte diyar kir ku ew bi tevahî piştgiriyê dide helwesta Trump a li ser NATO`yê û got:
“Lê belê hevalbendên Ewropî piştgiriyeke leşkerî û lojîstîkî ya berfireh dane Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, nemaze di operasyonên leşkerî yên dawî de.
Bi sedan balafirên Amerîkî ji baregehên li Îtalyayê rabûn da ku piştgiriyê bidin van operasyonan.
Hejmara giştî ya firînên ji baregehên Ewropî di navbera çar û pênc hezaran de ye.”
“Hevalbendên Ewropî piştgiriyeke leşkerî û lojîstîkî ya berfireh dan Amerîkayê”
Mark Rutte rave kir ku Romanya jî neçar ma ku çûn û hatina hewayî ya sivîl kêm bike da ku cîh ji bo operasyonên dagirtina sotemeniyê yên balafirên leşkerî veke.
Gotinên Rute`ê di demekê de tên ku Trump, bi awayekî berdewam ji hevalbendên NATO`yê dixwaze ku lêçûnên xwe yên parastinê zêde bikin.
Di nav pirsgirêkên ewlehiyê yên navneteweyî yên zêde de, pareke mezintir ji barê ewlehiya kolektîf hilgirin ser xwe.