Lezgin

Amerîka ji bo Tirkiyê hişyarî da

reset font size increase font size

Şer di navbera Îsraîl û Îranêde kurtir dibe. Amerîka jî bi êrîşekî li ser Îranê ve tevlî vê şerê bû. Piştî vê êrîşê Amerîka ji bo hemwelatiyên xwe yên li Tirkiyê hişyariyek ewlehiyê parve kir.

Wezaretê Karên Derve ya DYA (Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê) li ser hesabên xwe ya X’ê daxûyaniyek parve kir û bal kişand li ser xeteriyên li Tirkiyê.

Daxuyaniya hat parvikirin bi vî şikliyê:

“Ji ber pêşketinên herêmî, ji karmendên hikûmeta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yên li Tirkiyeyê hatin hişyarkirin ku tevgerandina xwe kêm bikin. Ji wan re talîmat hatiye dayîn ku ji seferên şexsî, bi taybetî yên ji bo herêma balyozxaneya Edeneyê, ku 22 bajarên li başûrê rojhilatê Tirkiyeyê digire nav xwe, dûr bisekinin.”

Hişyariyên ku ji bo hemwelatiyên DYA hatine kirin ev in;

-Balê nekşînin li ser xwe.

-Li cihên ku bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê an Îsraîlê ve girêdayî ne, an jî ji hêla Rojavayiyan ve pir caran têne ziyaret kirin, baldar û hişyar bin.

-Cîhên ku çalakî û protesto tên kirin dur bisekinin.

-Talîmatên rayedarên herêmî bişopînin.

- Ji bo rewşên nû medyaya herêmî bişopînin.

-Ji bo rewşên awarte plansaziyên xwe amade bikin.

DYA ji bo 22 bajaran hişyarî dabû. Navê wan bajaran wiha ne: Edene, Semsûr, Êlih, Çewlîg, Bêdlîs, Amed, Elazîz, Dîlok, Colemêrg, Hatay, Mersîn, Kîlîs, Mereş, Meletî, Mêrdîn, Mûş, Osmaniye, Sêrt, Riha, Şirnex, Dêrsim û Wan.

Rodî Bişeng

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24