Şaredarê Kîevê Vitali Klitschko destnîşan kir ku di encama êrîşên Rûsyayê yên li ser tesîsên enerjiyê de, elektrîk li seranserî Kîevê hatiye qutkirin.
Nûçegihanên AFP'ê li navenda Kîevê diyar kirin ku gelek teqîn û dengên dronan yên li ser paytextê bihîstine.
Wezîra Enerjiyê ya Ûkraynayê Svetlana Grinchuk da xuyakirin ku hêzên Rûsyayê êrîşeke berfireh li ser hedefên enerjiyê li Ûkraynayê dane destpêkirin.
Her wiha Svetlana Grinchuk eşkere kir ku pisporên enerjiyê hemû tedbîrên pêwîst digirin da ku encamên neyînî kêm bikin.