Di peyamekê de ku li ser platforma X hatiye weşandin, Wezîra Karên Derve ya Fînlandayê Elina Valtonen destnîşan kir ku ji bo afirandina şert û mercên pêwîst ji çareseriyek 2 dewletî re, pêvajoya ji hêla Fransa û Erebistana Siûdiyê ve tê rêvebirin, hewldana navneteweyî ya herî girîng e.
Ev daxuyanî jî, piştgiriya Helsînkî ji naveroka wê konferansa navneteweyî re nîşan dide, ku di tîrmehê de, ji aliyê Erebistana Siûdiyê û Fransayê ve li Neteweyên Yekbûyî hatibû lidarxistin.
Konferansê gelek welat anîn gel hev, da ku hewlên dîplomatîk li ser vê pirsgirêka kevin, ji nû ve bidin destpêkirin.