Li gorî kanala DW a Almanyayê, Hikûmeta Alman bersiv daye lêpirsîna parlamentoyê, ya ji bo penaberên Sûrî ku gelek daxwazên wan ên penaberiyê red kirine.
Li gorî belgeyên Wezareta Karên Hundir, ji sedî 5,3 daxwazên penaberên Sûrî ku Ofîsa Federal a Kar û Barên Koçber û Penaberan pêşkêş kirine, qebûl kirine.
Hikûmet dê mafê penaberiyê tenê bide van kesan, wan biparêze û wan venagerîne.
Ofîsê sala 2024`an biryar dabû ku mafê penaberiyê ji sedî sed bide tevayî penaberên Sûriyê, lê Hikûmetê siyaseta xwe guhart.
Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz gotibû, di nava 3 salan de divê ji sedî 80 penaberên Sûrî vegerin welatê xwe.