NY: Vîrusa Ebolayê li Kongoyê bi lezeke zêde belav dibe

Kordînatorê sereke yê Ebola yê Neteweyên Yekbûyî Julien Harneis, hişyarî da ku vîrusa Ebolayê li Komara Demokratîk a Kongoyê bi lezeke zêde belav dibe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Vîrusa Ebolayê her diçe li komara Demokratî a Kongoyê belav dibe.

Ajansa France-Presse diyar kir ku Kordînatorê sereke yê Ebolayê yê Neteweyên Yekbûyî Julien Harneis hişyarî da ku vîrusa Ebolayê li Komara Demokratîk a Kongoyê bi lezeke zêde belav dibe.

Julien Harnes, di civîneke çapemeniyê de li Cenevre, Swîsreyê wiha got:

"Vîrusa Ebolayê bi lez belav dibe û hejmara mirinan gihaştiye 2,500 kesî, nîvê wan di 20 rojên dawî de mirine."

Harnes diyar kir ku belavbûna abolayê ji şiyana wan a kontrolkirina wê zêdetir e.

Vîrusa Ebolayê li Komara Demokratîk a Kongoyê di 15’ê Gulanê ve hat ragihandin.

Nexweşiyê bandor li deverên bakur û rojhilatê welêt kiriye.

Ev nexweşî bi rêya têkiliya bi şilavên laş ve tê veguhestin û dibe sedema taya xwînrijandinê.

Li kongoyê birçîbûna welatiyan zêde ye ku ev yek jî hewlên ji bo kontrolkirinê asteng dike.

Ev nexweşî her 30 xulekan kesekî dikuje.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye