Li gorî rapora her du saziyan, li seranserê cîhanê li 16 herêmên krîtîk, bi milyonan kes rûbirûyî xeteriya xelayê ne.
Di raporê de hate diyarkirin ku welatên wekî Haîtî, Malî, Filîstîn, Sûdana Başûr, Sûdan û Yemenê xeteriya birçîbûnê di asta bilind de ye.
NY: Rewşa Sûriyê jî metirsîdar e
Efxanîsan, Komara Demokratîk a Kongo, Myanmar, Nijerya, Somalî û Sûriye jî di nava welatên pir metirsîdar de cih girtine.
FAO û WFP’ê destnîşan kirin ku şer, krîzên aborî û bûyerên hewayî rewşê xirabtir dikin.
Li gorî NY’yê li hemberî pêwîstiya alîkariyê ya 29 milyar dolarî, tenê 10,5 milyar dolar fon hatiye dabînkirin; vê jî rê li ber bekiriye ku alîkariyên xurekê yên ji bo penaberan bê birîn.