Trump li Qesra Spî ji rojnamevanan re got: "Em ê di demeke nêz de li Venezuelayê operasyona bejahî pêk bînin."
Trump rapora rojnameya Wall Street Journal ya ku digot "Amerîkayê bombeavêjên B-1 şandine nêzîkî Venezuelayê" red kir.
Trump got ku ev ne rast e. Lê em ji Venezuelayê razî nîn in.
Derbera mijarê de Wezîrê Parastinê yê Venezuelayê roja Pêncşemê piştrast kir ku her operasyoneke CIAyê li dijî welatê wan dê çarenûsa wê; têkçûn be.
Vladimir Padrino got: "Em dizanin ku CIA li Venezuelayê heye" û dibe ku ew yekîneyên xwe ji bo operasyonên veşartî bicih bikin.
Trump hefteya borî eşkere kiribû ku wî destûr daye CIAyê ku li dijî Venezuelayê operasyonên veşartî pêk bîne.