Li Rûsyayê di kargehekê de teqîn çêbû

Li bajarê Kopeysk ê li herêma Çelyabînskê ku dikeve navenda Rûsyayê, di kargehekê de teqînek çêbû, di encamê de herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dane û 12 kes jî winda bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Waliyê Herêmê Aleksey Teksler ragihand ku teqîn êvara çarşemê rûdaye.

Walîyê Teksler, derbarê teqînê de li ser hesabê xwe yê Telegramê nivîsek parve kir ku teqînek di kargeha Kopeyskê de pêk hatiye 10 kesan jiyana xwe ji dest daye, 12 karker jî winda bûne.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Rûsyayê de cih girtine, tesîsa ku teqînê lê pêk hatiye, teqemenî hildiberand.

Di dîmenên ku li ser medyaya sanal de hatine parvekirin, şewatek mezin ku bi şev ber bi esman ve bilind dibû û çirûskên ku li her alî belav dibûn, tê dîtin.

Êriş ne ji ber dronan e

Walîyê Teksler da zanîn ku bûyer ne ji ber êrîşeke dronê pêk hatiye, lê belê ragihand ku komîteya lêpirsînê ya Rûsyayê derbarê bûyerê de lêpirsînek daye destpêkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye