Wê Pûtîn beşdarî pîrozbahiya Pekînê bibe

Îro, salvegera têkçûna Japonyayê di şerê cîhanê duyemîn de ye, Serokê Rûsyayê û Serokê Çînê jî, wê salvegera bidawîhatina Şerê Cîhanî yê Duyem li Pekînê pîroz bikin û wê hin civînan li dar bixin. Serokwezîrê Slovakyayê Robert Fico jî, wê beşdarî pîrozbahiyê bibe, bi her du serokan re bicive û piştre wê biçe bi serokê Ûkrayna re jî, bicive

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê cîhanê ya Duyemîn di 1ê Îlona 1939an de dest pêkir, gelek kuştî û birîndar çêbûn û di 2ê Îlonê, 1945an de bidawî bû. Di vê şerê de Japonya li heber Çînê têk çû.

Bi boney pîrozkirina serketinê, wê li Çînê pîrozbahiyek bê lidarxistin.

Ajansên nûçeyan ên Rûsî ragihandin ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, piştî beşdarbûna di lûtkeya Rêxistina Hevkariya Şanghayê de, wê biçe bajarê Tianjin ê Çînê, beşdarî pîrozbahiyê bibe.

Tê payîn ku roja çarşemê, serokê Rûsyayê Pûtîn, serokê Çînê Xi Jinping û rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un, wê beşdarî merasîma leşkerî ya bi boneya 80 saliya têkçûyîna Japonyayê bibin.

Ajansê ragihand ku Pûtin, wê li Pekînê bi berpirsên Çînî re hevdîtin bike û li ser hin mijaran wê nîqaş bikin.

Li gorî ajansê, Pûtîn diyar kir ku têkiliya wan a nêzîk, xwezaya stratejîk a têkiliyên Rûsya-Çînê nîşan dide û ku niha jî, gihîştine astek bêhempa.

 

Pûtîn û Xi lûtkeya rêxistina hevkariya Şanghayê vekirin

 

Roja duşemê, Serok Xi û Pûtin, bi amadebûna nêzîkî 20 serokên herêma Ewrasyayê, civîna lûtkeya Rêxistina Hevkariya Şanghayê ya li bajarê Tianjin ê bakurê Çînê vekirin û her du serokan, bi tundî rexne li welatên rojava kirin.

Di civînê de, Xi daxwaza avakirina sîstemeke cîhanî ya li ser bingeha edaletê kir û rû bi rûbûna blok û polîtîkayên zordar ên ku ji hêla hin welatan ve têne meşandin kir.

Ji aliyê xwe ve, Pûtin parastina dagirkirina Ûkraynayê ji aliyê Rûsyayê ve kir û got ku welatên rojavayî berpirsiyarê destpêkirina vî şerî ne.

 

Serokwezîrê Slovakyayê wê bi serokên Rûsya, Çîn û Ûkraynayê re bicive

 

Ji aliyê din ve jî, serokwezîrê Slovakyayê Robert Fico, roja duşemê got ew plan dike ku di dema pîrozbahiyên salvegera şerê cîhanî yê duyem a Çînê de, bi serokên Çîn û Rûsyayê re hevdîtinên dualî bike û piştre wê roja Înê, li rojhilatê Slovakyayê bi serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky re bicive.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24