Du welatên cîran, Tayland û Kamboçya, ku sînorek 817 kîlometreyî parve dikin, di Tîrmehê de dest bi şer kiribûn.
Pevçûn bi agirbesteke ku bi navbeynkarîya ji hêla Malezya, Çîn û Dewletên Yekbûyî ve hat kirin, bi dawî bûbû.
Lê belê, peyman di destpêka Kanûnê de piştî ku du leşkerên Taylandî di pevçûnekê de birîndar bûn, hilweşiya.
Ji wê demê ve, Taylandê bi êrîşên hewayî, Kamboçyayê jî bi êrîşên roketan şer domandin.
Pevçûnên dawî bû sedema mirina herî kêm 80 kesan û koçberbûna zêdetirî 900,000 kes.
Piştî hewldanên navnetewî, rayedarên her du welatan, duh li paytexta Malezyayê Kuala Lumpurê hatin cem hev.
Civîn di çarçoveya Civîna Wezîrên Karên Derve yên Komeleya Neteweyên Başûrê Rojhilatê Asyayê de pêk hat.
Her du alîyan ji bo danûstandinên agirbestê ji nû ve bidin destpêkirin, li hev kirin.
Tê payîn ku Tayland û Kamboçya di 24ê Kanûnê de di çarçoveya Komîteya Giştî ya Sînor de ji bo agirbestê careke din bicivin.