Donald Trump got ku ew ê êrîşî binesaziya petrolê ya li Girava Xark a Îranê bike.
Trump postek li ser medyaya dijîtal belav kir û got ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hedefên leşkerî yên li ser giravê bi tevahî wêran kirine lê binesaziya petrolê ya li Girava Xark hedef negirtine.
Trump got eger Îran an aliyek din tiştek bike ku rê li ber derbasbûna azad û ewle ya keştîyan di Tengava Hurmuz re bigire, ew ê tavilê vê biryara xwe ji nû ve binirxîne.