Şêwirmendekî Amerîkî: Divê DYA serkeftinê îlan bike

Şêwirmendê Qesra Spî yê li ser krîptopereyan û AI'yê David Sachs di daxuyaniyekê de got ku dive Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, serkeftinê îlan bike û ji şerê xwe yê bi Îranê re vekişe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê Îsraîl-Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê ket hefteya xwe ya sêyemîn.

 

David Sachs, şêwirmendê Qesra Spî yê li ser krîptopereyan û AI'yê, di daxuyaniyek de got ku Dewletên Yekbûyî divê serkeftinê îlan bike û ji şerê xwe yê bi Îranê re vekişe.

 

Sachs her wiha tekez kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê şiyanên leşkerî yên Îranê qels kirine û got:

"Divê em hewl bidin ku rêyek ji bo derketinê bibînin."

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser medyaya dîjîtal got:

 

"Medyaya sexte, parvekirina serkeftinên mezin ên ku hêzên Amerîkayê li dijî Îranê bi dest xistine, red dike."

 

Donald Trump duh (Înê), her wiha eşkere kir ku dewleta Îranê niha di rewşa têkçûneke mezin de ye û dixwaze bighêje peymanekê.

 

Lê Donald Trump dibêje ku ew bi vê peymanê razî nabe.

 

Ji destpêka şer, ji 28'ê Sibatê ve, herî kêm 13 leşkerên DYA’yê di êrîşan de hatine kuştin.

 

Li gorî medyaya DYA’yê, nêzîkî 200 leşkerên amerîkî birîndar bûne û nêzîkî 170 ji wan piştî wergirtina dermankirinê vegeriyane ser erkê xwe.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye