Li Myanmarê cezayên darvekirinê hatin rakirin

Bi boneya sala nû Rêberê Cûntaya Leşkerî ya Myanmarê hemû cezayên darvekirinê veguherandin cezayên heta hetayê. Tê payîn ku di çarçoveya biryarê de wê zêdetirî 4 hezar girtî werin berdan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Myanmarê cezayên darvekirinê hatin rakirin û bi hezaran girtî hatin efûkirin.

Serokê rêveberiya leşkerî yê Myanmarê Min Aung Hlaing, diyar kir ku wî di çarçoveya sala nû ya welat Thingyanê de hemû cezayên darvekirinê rakirine.

Li gorî vê biryarê, cezayên îdamê yên li ser kesên ku mehkûm bûne, dê werin kêmkirin bo cezayên hepsa heta hetayê.

Ev yek ji gavên pêşîn bû ku piştî ku serokê encumena leşkerî di darbeya 2021`an de desthilatdarî girt destê xwe, hat avêtin.

Lêbelê, çalakvanên mafên mirovan îdîa dikin ku ev gav dê rê li ber ji nû ve destpêkirina darvekirinên berê negire.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî piştî derbeyê herî kêm 130 kes hatine darvekirin.

Di çarçoveya efûya hatî eşkerekirin de, tê payîn ku wê zêdetirî 4 hezar û 300 girtî werin berdan û nêzîkî 180 girtiyên biyanî jî werin berdan.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan, ji dema darbeyê ve zêdetirî 30 hezar kes ji ber sedemên siyasî hatine girtin.

Hikûmet vê gava ku ji hêla Min Aung Hlaing ve hatiye avêtin, wekî hewldanek ji bo "lihevhatina neteweyî" bi nav dike.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye