Rayedarên Sûdanê diyar kirin ku piştî hilweşîna kaniyeke zêr li bakurê Sûdanê 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 20 kesên din jî di bin kavilan de mane.
Rêveberê bajarê Berber ê bakurê Sûdanê, Hesen Îbrahîm Karar dest nîşan kir ku ev bûyer li herêma Um Ûd, li eyaleta Çemê Nîlê qewimî.
Di dema derxistina zêr de jî,tedbîrên ewlehiyê yên guncav nehatine girtin.
Her wiha pir caran kîmyewiyên xeternak di deristina zêr de têne bikaranîn, ev yek ji bo gundên derdorê xetereyên tenduristiyê yên cidî çêdike.
Di sala 2024'an de, Hikûmeta Sûdanê eşkere kiribû ku hilberîna zêr 64 ton derbas kiriye.
Sûdan sêyemîn mezintirîn welatê Afrîkayê ye û yek ji mezintirîn hilberînerên zêr ên li parzemînê ye.