Şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê derbasî roja xwe ya 17`mîn bû.
Şer û daxûyanî ji her dû aliyan ve, berdewam dikin.
Sipaha Pasdarên Şoreşê pêla 43`an a êrîşên li dijî Amerîka û Îsraîlê ragihand
Ji aliyî Îranê ve, Sipaha Pasdarên Şoreşê ya Îranê pêkanîna pêla 43`an ya oprasyona “Soza rastîn 4” ragihand.
Pasdaran eşkere kirin ku wan di pêla 43`an de baregeha Flota Pêncemîn a Hêzên Deryayî yên Amerîkayê û baregehên din ên leşkerî yên Amerîkayê li herêmê, her wiha navenda Tel Avîvê li bakurê Filistînê û bajarê Eylatê hedef girtine.
Medyaya Îsraîlê jî, eşkere kir ku perçeyên mûşekeke Îranê li avahiyeke niştecihbûnê ya ku ji hêla konsulê Amerîkî li Îsraîlê ve dihat bikaranîn ketine.
Lêbelê, Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku ti karmendên Amerîkî birîndar nebûne.
Wezareta Parastinê ya Siûdî jî, got ku wan ji nîvê şeva borî ve, zêdetirî 60 dronan li ser axa xwe asteng kirine.
Wezareta Parastinê ya Îmaratên Yekbûyî yên Erebî jî, ragihand ku pergalên parastina asmanî yên welêt mûşek û dronên ku ji Îranê hatin avêtin, asteng kirine.
Li gorî Daxuyaniya Berdevkê Sipaha Pasdarên Şoreşê yên Îranê, ku Îranê ji destpêka şer ve û heta neha nêzîkî 700 mûşek û 3 heza û 600 dron avêtine hedefên Amerîkî û Îsraîlê.
Amerîka û Îsraîlê êrîşên xwe li dijî binezasiyên dewleta Îranê berdewam dikin
Di hefteya sêyemîn a şerê li Îranê de, bombebarana Amerîkî-Îsraîlî ya bajarên Îranê îro Duşemê jî berdewam dike, di demekê de ku balafirên şer ên Îsraîl û Amerîkî rêze êrîşên nû li ser bi dehan cihan li seranserê paytexta Îranê, Tehran û parêzgeha Kerecê pêk tînin.
Li gorî agahiyan êrîşên hewayî yên DYA û Îsraîlê baregehên hewayî û deryayî û cihên leşkerî yên li Îranê kirin hedef di nav de; baregeha hewayî ya 4'emîn li Dezful, baregeha hewayî ya 9'emîn li Bender Ebas û baregeha deryayî ya 2'yemîn li Bender Jask, hene.
Her wiha Balafirgeha Mehrabad a li Tehranê, depoyên cebilxaneyê yên li Bûşehrê û baregehên Muhafizên Şoreşê û Besîcê yên li Hemedanê jî hatin hedefgirtin.
Di şeva 16`mîn de 454 êrîş li 16 parêzgehan li Îranê pêk hatine
Ajansa Çalakvanên Mafê Mirovan ya Îranê HRANA`ê jî, ragihand ku heta dawiya roja16`mîn ya şer, zêdetirî 454 êrîş di nava 16 parêzgehan li hundirê Îranê, hatine tomarkirin.
Li gorî heman Çavkaniyê di encama van êrîşan de, 49 kes hatine kuştin.
Berpirsê Polîsên Îranê: Me 500 kesên ku agahî didan Îsraîl û Ameîkayê girtin
Di heman çarçoveyê de jî, Berpirsê Polîsên Îranê Ehmed Reza Radan duh got ku wan 500 kes bi tohmeta dayîna agahiyan ji bo saziyên dijmin, girtine.
Di heman dema şer de, aloziyên di derbarê Tengava Hurmizê de berdewam dike û Îranê rêya geştiyên bazirganî li tengava Hurmizê weke zextekê li jî Amerîka bikar tîne.
Di derbarê vê yekê de jî, Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyariyek tund da hevalbendên xwe yên di NATO'yê de û got ku eger hevalbendên Ewropî piştgirîya hewildanên leşkerî yên ji bo vekirina Tengava Hurmuz nekin, NATO dê bi paşerojek "pir xirab" re rû bi rû bimîne.
Trump hêvî kir ku Çîn, Fransa, Japonya, Koreya Başûr, Brîtanya û welatên din beşdarî van hewldanan bibin.
Her wiha ji bo rawestanida şer jî Serokê Amerikayê berê çend caran gotibû ku Îran daxwaza danûstandina bi wan re dike û duh di şeva 16`an ya şer de jî, tekez kir ku ew di nava danûstansdinan de bi Îranê re ne.
Li ser vê yekê jî Îro Abas Araqçî da zanîn ku Tehran daxwaza danûstandinan nekiriye û eşkere kir ku ew vî şerî berdewam bikin.