Cejna Newrozê..
Cejneke çandî û dîrokî ye ku ji aliyê gelê Kurd ve her sal di 21'ê meha Adarê de li seranserê cihanê tê pîrozkirin.
Li gorî mîtolojiya Newrozê Kawayê Hesinkar di vê rojê de li dijî zilimkar Dehaq serhildan pêk aniye û wî têk biriye.
Ev hişt ku gelên bajêr ji bin zilmê rizgar bibin û ev roj ji bo gelên bajêr dibe roja rizgarî û şahiyê.
Ji ber vê cejna Newrozê ji aliyê Kurdan wekî cejna azadiyê, roja nû, cejna vejînê û roja şiyarbûna xwezayê tê pîrozkirin.
Newroz bi sedan salan ji gelê Kurd re bû sembola azadî, berxwedan û nasnameya neteweyî ya gelê Kurd.
2 hezar û 638 sal e Kurd agirê Newrozê gur dikin û destûr nadin ku kesek vemirînê.
Wêjeya kurdî jî cihekî mezin da Newrozê.
Gelek helbestvan û wêjevan di stran û nivîsên xwe de Newrozê wek sembola azadî û vejînê pênase dikin.
Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî jî Newroz weke cejnek e ku gel diçin nava xwezayê û jiyanê pîroz dikin.
Li gelek herêmên Kurdan merasîmên taybet ên pîrozkirina Newrozê têne lidarxistin.
Her herêmek li gorî çand û kevneşopiyên xwe cil û berg bi rengên xwezayê li ber xwe dikin.
Rejîma BAAS'ê bi qedexeyan xwest pêşiya Newrozê bigire
Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê rêjîma BAAS destûr nedida ku Kurd vê cejnê pîroz bikin.
Sala 1986'an gelê Kurd li paytexta Sûriyê Şamê cara yekemîn derket ku Newrozê aşkera pîroz bike.
Hêzên rêjîmê êrişî wan kir û welatiyek Kurd jiyana xwe ji dest da.
Piştî serhildana 12'ê Adarê 2004'an rejîma Sûriyê li Qamişlo qedexeya pîrozkirina Newrozê hişktir kir.
Sala 2008'an şeva Newrozê hêzên rejîmê xelkê Kurd ê bajarê Qamişlo ku Newroz pîroz dikir, gulebaran kir.
Wê şevê 3 xort jiyana xwe ji dest dan ku navên her sêyan jî Mihemed bû.
Bi avakirina Rêveberiya Xweser li Rojava re cejna Newrozê êdî bi serbestî tê pîrozkirin û hemû pêkhate beşdarî şahiyên Newrozê dibin.
Sala 2015'an li Hesekê dema ku gel Newroz pîroz dikir çeteyên DAIŞ'ê êrişî wan kirin.
Di êrişê de 53'ê kes jiyana xwe ji dest dan û 130 kes jî birîndar bûn.
Li Bakurê Kurdistanê Newroz bû roja berxwedanê
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê Newroz bûye dîroka berxwedana li dijî dagirkeriyê û têkoşîna siyasî ya li dijî zilma dewletê.
Newroz ji ber bi nasnameya neteweyî ve girêdayî ye hate qedexekirin û li ser ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê wek xetere hat dîtin.
Ji ber vê yekê kesên ku amadekariyên Newrozê dikirin an jî pîroz dikirin dihatin girtin.
Sala 1982'yan Mazlûm Dogan di zindana Amedê de şeva Newrozê 20'ê Adarê agirê Newrozê gur kir.
Li hemberî zilma dewleta Tirk a li zindana Amedê helwesta xwe nîşan da û got “Berxwedan jiyan e”.
Sala 1992'yan li Cizîra Botan, Nisêbîn û Amedê dema gelê Kurd Newroz pîroz dikir, leşkerê Tirk êrişî wan kir û bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan.
Ji wê demê de şahiyên Newrozê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bûn xwepêşandanên gel û bi milyonan kes tevlî dibin.
Pîremêrd banga vexistina agirê Newrozê kir
Li Başûrê Kurdistanê û Îraqê Newroz xwediyê aliyên neteweyî û siyasî ye.
Bi taybet di pêvajoya tevgerên Kurd li hemberî desthilata Îraqê şer kir.
Di salên 1930'î ên sedsala borî de helbestvanê Kurd Pîremêrd bang li gelê Kurd kir ku li bajarê Silêmaniyê agirê Newrozê vêxin.
Di wan salan de pîrozkirina Newrozê qedexe bû.
Di salên şoreşa çekdarî pêşmergeyên Kurd şeva Newrozê li lûtkeyên çiyayên Kurdistanê agirê Newrozê vêdixist.
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê piştî şoreşa îslamî ya 1979`an desthilatdaran xwest Newrozê ji aliyê wê yê neteweyî dûr bixin.
Gelê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê di hemû şert û mercan de Newrozê vedijîne û hebûna xwe ya çandî û siyasî îfade dike.
Îsal jî gelê Kurd bi reng û dengê xwe li qadan agirê Newrozê bilind dike.